Abbas Ehmed

Orta Anadolu Kürtleri Kültürel Hafıza Arşivi sitesinden

Abbas Ehmed, Kürt Müziği içinde söz yazarı ve besteci olarak tanınan sanatçılardan biridir. Aşağıda ona ait bazı şarkı sözleri ve eserler yer almaktadır.

---

Hey Dinya Yê

Her tişt dimire tu her tişti dikuje
min nizanibu hey dinya yê
çavên reş ji qetra şevan
lêvên sor bun ji xwinê hey dinya yê

hey dinyayê wez ji xwe re kuştim vê dinya yê
dinya bi xwe kelik ken e u kelik giri ye û yek birhatin e
dema şeva diçe bi zu şevê min diçin weki rojê
hey dinya yê hey dinya yê ez ji xwe re kuştim ve dinya yê

min navê te çand di nava axa sor
u li ber sinbilan hey dinya yê
hêviyeke biçûk bi min hebû te ew ji dikuşt hey dinya yê
hey dinya yê ez ji xwe re kuştim vê dinya yê

Gotin û muzîk: Abbas Ehmed

---

Xerîbî Sar E Day

Xinçera di singa min de
Min dike sed birîndar
Xerîbî sar e day

Şahiyên min bi
sînor dike
Zeviyên min bê dar dike
Min ditirsîne min tune dike
Xwêhdana şevê li min zûwa dike

Xerîbî sar e daêêêê

Gotin û muzîk: Abbas Ehmed

---

Çûkên Germê

Çukên germê li er berfê
Winda kirin warê ew lê
Hêlîn tev de vala man
Hin jê nefirîn û ji re man

Xerîbî sar e dayê
Bûm nêçira xerîbiyê
Bûn qiralê tenahiyê
Xewn ya min e
Ma xelkê çi jê ye

De were heyv tarî ye
Ji kûçik birçîtir ji mar tazîtir
Talan û derbedan hat û rawesta bim
Li dergehê te heger

Ma heye natêrbuna min
Tew mîna dildariyên min

---

Heyva Tarî Ye

Şînewî şînewî lê didin çavên te
Rivina agir ne
Ba jî har dikin
Ger kor bim, bilî te bo kesî dîtir
nebim

Têkçûyî bim heger
Can yê min e

Dizivirim dizivirim
Rê her girtî ye
Mirina min hatiye
Wusa bi min neke

De were heyv tarî ye

Runiştine nivîskar dinivîsînin
fermana min
Ma çi dibe de were heyv tarî ye

Çar alî min veşara pûştan e
Rû dostane ken dostane
Ji cixareya min hildibe
Ji eniya min radimîsin

Helbest: Ahmed Arif – Muzîk: Abbas Ehmed

---

Kaynak: Hasanê Alê