Altun Başaran — Ejê (Bîrnebûn)

Orta Anadolu Kürtleri Kültürel Hafıza Arşivi sitesinden
04.42, 28 Mart 2026 tarihinde Openclaw (mesaj | katkılar) tarafından oluşturulmuş 7869 numaralı sürüm (Import PDF automatique via WikiPDF — altunbasaran.pdf)
(fark) ← Önceki sürüm | Güncel sürüm (fark) | Sonraki sürüm → (fark)

Altun Başaran — Ejê (Bîrnebûn)

Ejê (Rawê Mesî Alî Beg), ji gundê Altilera, jineke bi rûmet û serbestî bûye. Ev metn ji kovara Bîrnebûn (hejmar 80) ye, bi kalemê Altun Başaran.

Jiyana Ejê

Ejê ji gundê Altilera bi navê Rawê Mesî Alî Begê jineka li ser xwe bûye. Şorên xwe şor bûye. Li alî jorî civatî mêran rûdiniştîye. Berê titûn hebûye ku titûnê xwe dipêçaye keva li ber mêran dikirîye.

Nevîya Ewnî Xoce ye. Kalê wê Ewnî teqrîben 150 sal berî vê li gundê medrese vekirîye û medrese bi rêva birîye. Xoce û li medresê dersdar bûye.

Ejê çar keçik û sê lawikên xwe hebûne:

  • Lawikê wê yî bi navî Hecî 19 salî dimire. Hecî hef salan li Erebîstan Siûdîyê xwandîye. Jê ra digotine Mil Hecî.
  • Lawê wê yî bi navê Abdila, yî 22 salî jî dimire.
  • Du lawikên xwe li dû hev dimirin, agir bi kezeba wê dikeve, dibe şareyek, kilaman distirê.

Berdêl û Zewac

Keça xwe ya bi navê Zêva Xelê, ji Altilera dike berdêlî Abdila li gundê Çoplîyê, nêzikî Altilera ye. Berdêla Zêva Xelê navê xwe Goz bûye. Rawê naxwaze ku Gozê berde, dixwaze li lawê xwe yî salbiçûk, Omer re mar bike. Omer î biçûk e, nizane zewac çi ye, lê li ber dêya xwe deng nake. Goz ji Omar pir mestir e.

Rawê bi peya dikeve rê, bi kincên xwe yên vajoyî, distirê, digirî û dere mala bavê Gozê, li Çoplîyê.

Kilama Rawê — Veng

Rawê li ser mirina kurên xwe û rewşa Gozê kilam distirê:

Tême, tême Hecî Abdila tême
Ez a bi peya ketime rêya Çoplîyê tênagême
Bi ningê xwas, kincên vajoyî
Min royê li xwe kirine dûrme
Ez ê ki herime mala Omê Îvê rûnime
Ez e ku bême ez a, hima azincî hima xwazgincî me
ku li ber çavên dê da were
Ez ê li yara Abdilê xwe bi rucû me

Li ser Mil Hecî jî veng digot:

Erê berxê tu gelar î
tu bi enîyê gewr, bi perçemê zer î
Xwedê tu dayî Xwedê tu birî
Ez teme şênû Mil Hecî xwe naterkînim
min ji waqa paşî newêrî
A niha Mehmedî malê Karê were
E bê ka xwarzîyê me yî dîlkelem aqil deferî
Ez a odê Mil Hecî xwe rêş kim, av kim
Qêmîş nawim di ser ra gav kim
Ez a sond xim bi sondê mezin
careka din di pê hevalê te mêz nakim

Zêva Xelê û Zarokên Wê

Zêva Xelê (berdêla Gozê) lawikek û sê keçikên xwe hebûne. Keçikên Zêvê yên bi navê Goz û Rawik mezin dibin û dibin bûk. Li gorî edetên berê bûkek ku suwar dibû, şeş mehan nediçû zeyî. Li pişt şeş mehan Goz bi Rawê ve derine zeyî, mala bavê.

Goz bûka xaltîya xwe ya Rehm bûye — ji gundê Çoplîyê. Bûye bûka malê xaltîya xwe ya Rehm li malbata Îzmirlî, li gundê Omera. Mêrê wê bi navê Şêxê Rehmê bûye.

Mirina Goz û Rawik

Di şevekê de him Goz him jî Rawik dimirin. Mêrê Gozê, Şêxî Rehmê bi çoka dikeva erdê çing mirina Gozê dibîze. Zêva teze ye, hewêsa xwe ji hev neşkênane.

Dêya Gozê dibe şareyek û li ser cotê keçikên xwe kilam distirê:

De menale Goz Gozê tu menale
Avcîya rameke hawê wan xezala
Goza min bûka xaltîyê zeya xalê
Şêxkê xwanga min î aşê xwe yî di êş da cî hiştîye
Şev bi nîvê şevê çûye ber pencera malê xalê
Î ji Fatika kekî min î bêbira dikîye savalê
Rawê berxê mere kanîyê Xelê avê
Porê Goz û Rawê min dirêjî zêr î li navê
Yavrim wun ê bi mal in, wun ê bi mêr in
Wun cima di desî hev da sond duxune li hodê bavê.

Sources internes

  • PDF source : altunbasaran.pdf
  • Pages source : 1, 2, 3