Serşo/ku
Serşo, forma stranan e ku di merasîma taybet a "Serşoyê" de, ya ku ji bo zavê di dawetên kurd de tê kirin, tê gotin. Ev stranên serşo dema ku zav tê şûştin û rûyê wî tê tıraşkirin tên pêşkêşkirin.
Bi van stranan re govend nayê girtin; ew zêdetir di nav hawîrdoreke dîwan de an jî bi rûniştinê tên gotin. Ji vî aliyî ve, serşo ji formên ku bi dansê re tên pêşkêşkirin cuda ye û karakterek merasîmî heye.
Taybetmendiyên formal
- Forma serşo bi gelemperî azad e.
- Di nav strana yekê de dikare pîvan û taybetmendiyên avahîyê yên cihêreng bêne dîtin.
- Rîtm pir caran eşkere ye, lê carinan jî ji rîtmê derdikeve.
- Hevokên dirêj dikarin avahiya rîtmê biguherînin.
- Carinan peyv li nîvê têne qutkirin; ev jî avahiyê di navbera forma rîtmî û forma azad de cih dide.
Ji ber vê yekê, serşo ne bi tevahî forma rîtmî ya hişk e û ne jî avahiyeke bi temamî azad e; ew taybetmendiyeke derbasbûnê di navbera her duyan de nîşan dide. Di hin aliyan de bi şêwaza Şeşbendiyan re dişibe.
Serşo di nav merasîmên dawetê de hem ji aliyê sembolîk hem jî muzîkal ve xwedî cihê taybet e û wekî yek ji formên merasîmî yên Mûzîka Kurdî tê nirxandin.